Îran: Divê Amerîka rojhilata navîn berde û biçe!
Wezîrê Berewaniyê yê Îranê Hisên Dehqan, piştî daxuyaniya wezîrê karên derve yê Amerîkayê John Kerry ku, ragehandibu tevgerên Îranê bune sedemên têkdana aramiya herêmê û rojhilata navîn, bi tundî bersivand.
Malpera Televîzyona fermî ya rejîma Îranê, wezîrê berewaniyê yê Îranê diyar kiriye ku: ‘’Eger Amerîkayî bi rastî bîr li seqamgeriya herêmê dikin, ya baş ew e herêmê bihêlin û biçin û alîkariya terorîstan nekin.’’
Basnews
