• Saturday, 21 February 2026
logo

Aydin Meruf: Çawa Herêma Kurdistanê rêz li kêmîneyan digre Iraq jî dibê wa bike

Gulan Media April 10, 2016 Nûçe
Aydin Meruf: Çawa Herêma Kurdistanê rêz li kêmîneyan digre Iraq jî dibê wa bike
Bereya Tirkmen beşdariya nûnerên Tirkman û Keldan û Asurî di şanda Herêma Kurdistanê de bo Bexdayê bi karekî erênî dibînin û destxweşiyê li aliyên siyasî dikin û daxwaz dikin ku Iraq çav li Herêma Kurdistanê bike.

Serokê Frakisyona Bereya Tirkmen û Endamê Polîtburoya wê partiyê Aydin Marûf ji malpera KDP.info re ragehand: “Biryara beşdarîkirina nûnerên Tirkmen, Keldanî û Asurî di şanda Herêma Kurdistanê de bo Bexdayê karekî pir baş e û erênî ye û cihê destxweşiyê ye û hîsabkirine bo her pêkhateyekê, ji ber ku nabe ti pêkhateyek were piştguhkirin.”

Marûf wiha got: “Pêwîste çawa Herêma Kurdistanê rêzê ji hemû pêkhatan re digire Bexda jî heman tiştî bike, ji ber ku ti hisab ji me re nekiriye û di kabîneya nû de ti wezîr ji me re diyar nekiriye, di dema ku 11 parlemanterên me hene û em neteweya sêyem in li Iraqê, lewma em gilî li Iraqê dikin û dema em serdana Bexda bikin emê vê yekê bighînin wan.”

Basnews
Top