Karubarên Êzîdîyan daxuyanîyên Ala Talabanî û Mela Bextîyar şermezar kir
Rêveberîya karubarên Êzîdîyan di beyanameyekê da dîyar kir jî: azrandina babetê Duayê ji alîyê du kesên serkirde di yekîtîya niştîmanîya Kurdistanê da (ku herdem li jêr diruşmê lîbralîyetê û demokrasîyê kar dike), weku lêdana derban li yekrêzîya gelê Kurd bi nav kir.
Di beyanameyê da rêveberîya navbirî, daxwaza şîrovekirineka beraqil û zelal bo van daxuyanîyên tranepêker bi hestên Êzîdîyan kir, bi taybet jî Êzîdîyên Şingalê û Başîkê û Behzanê rêveberîya karubarên Êzîdîyan, tirsa xwe ji wê yekê derbirî ya li bin mêzê tê kirin, dîyar kir jî, dibe ew Êzîdî careka dîin bibine sutemenîya şerekê sîyasî û nawçegerî ya wan behir têda ne, herweha bi tundî ew yek şermezar kir ku wan weku mêşkên taqîgehan bikar bînin û bikin xwarin bo berjewendîyên hizbayetî.
War.tv
