Fransa: Ofîsa YPGê li Parîsê nayê vekirin
Berdevkê Wezareta Derve yê Fransayê ragihand ku ofîsa Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Parîsê nayê vekirin û nûçeyên bi wî jî rengî jî derew in.
Çend roj berê hatibû îdiakirin ku dê YPG li Parîsê ofîsekê vedike lê hikûmeta Fransayê ev agahiyên vekirina ofîsê derewandin.
Berdevkê Wezareta Derve yê Fransayê Romain Nadal nûçe derewand û ragihand ku muxatebê Fransayê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyeyê ye.
Her wiha YPGê hefteya borî li paytexta Çêkê li Pragê ofîsa xwe vekiribû. Hevserokê PYD Salih Mislim çend roj berê gotibû, em dixwazin li Parîsê jî ofîsa xwe vekin.
Basnews
