Dîplomatekî Îranê: Rusya PKKê li dijî Tirkiyê bikartîne
Balyozê Îranê yê berê li Azerbeycanê Efşar Silêmanî di hevpeyvînekî rojnamevanî de li gel ajansa Arman, ku nêzîke li baskê Serokê desteya diyarkirina berjewendiyên rejîma Îranê Haşimî Refsancanî ye, ragehand Rusya şerê vê dawiyê yê navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de bikartîne ku dijatiya Tirkiyê dike.
Li gor Efşar Silêmanî Rusya piştgiriya Ermenîstanê kiriye, ku beşekî axa Azerbeycanê dagir bike li herêma Qerebaxê, ku Tirkiye jî piştgiriya Azerbeycanê dike.
Li gor wî diplomat Îranê Rusya hejmarek Ermeniyên Sûriyê û gerîllayên PKKê li herêma Qerebaxa Azerbeycanê niştecîh kiriye, ku dijatiya Tirkiyê bikin.
Basnews
