• Saturday, 21 February 2026
logo

Şandeya Herêma Kurdistanê serdana El-Hekîm kir

Şandeya Herêma Kurdistanê serdana El-Hekîm kir
Li dawiya serdana xwe ji bo Bexdayê, li roja înê 8-4-2016, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re tevî Emar Hekîm serokê Encumena Bolina Îslamiya Îraqê civiya.

Di hevdîtinekê de bal kişandine ser rewşa deverê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina pirsgirêkan bi riya diyalogê. Her wiha pêdagirî li ser bi hêz kirina têkiliyên navbera Gelê Kurdistanê û aliyên Îraqî kirin.

Li pareka din ya civînê, behsa şerê dijî terorîstên DAIŞê û hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê û Hevpeymana Navdewletî, bi taybetî ji bo rizgar kirina bajarê Musilê û ji nav birina terorê li Îraqê û pêkhatiya nû ya Hikûmeta Îraqê kirin.

Her wiha bal kişandine hin babetên din û pirsa mafên destûrî û yasayî yên Herêma Kurdistanê li pêkhatiya nû ya Hikûmeta Îraqê kirin.


Top