• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Bakur şer didome – Cerdevanek hat kuştin!

Li Bakur şer didome – Cerdevanek hat kuştin!
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, 4 leşkerên Tirkiyê di şer de birîndar bûn, li Bitlîsê jî cerdevanek hat kuştin.

Şer û pevçûn li navçeyên Nisêbîn, Gever, Silopî û bajarê Şirnexê didome.

Duh li navçeya Nisêbînê, şervanên YPSê bi rokêtan li hêzên Tirkiyê dan, di encamê de 4 leşker birîndar bûn.

Pêr jî li Nisêbînê, 5 polîsên pilebilind ên Tirkiyê hatibûn kuştin ku di nav wan de 2 pasewanên serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul jî hebûn.

Li gundekî navçeya Tatwanê ya Bitlîsê jî, di şerê navbera hêzên Tirkiyê û şervanên PKKê de cerdevanek hat kuştin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, navê wî cerdevanê kurd Rifat Kaya bûye.

Rudaw
Top