Parlementarekî HDPê: Kurdistana Başûr gavên xwe ber bi serxwebûnê ve davêje
Parlementarê HDPê Mihemed Mîr Ferat ku yek ji damezrênerên Partiya Dad û Geşpêdan (AKP) bû, di hevdîtinekê de bi kenala Kurdistan24 (K24) re ragehand: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, herêma Kurdistanê bi serkeftî birêve dibe.
Mihemed Mîr Ferat amaje bi wê yekê kir ku, Mesûd Barzanî li cem Rêberê Şoreşa Gelê Kurdistanê Mistefa Barzanî hatiye perwerde kirin, lewma ew yek ji siyasetmedarên serkeftîne.
Herwiha behsa rola Herêma Kurdistanê di Rojhilata Navîn de kir, ku ew bi navçeyekî pir pirsgirêk binav kir û ragehand: “Barzanî serokatiya herêm dike, di navçeyekê pir pirsgirêk li ser hene û Kurdistana Başûr jî ber bi serxwebûnê ve dibe.”
Rudaw
