Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Li hevdîtinê de ku Angus McKee Konsolê Brîtanya li Hewlêrê amade bû di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraqê û qeyrana siyasî û sedemên kûrtirbûna qeyrana siyasî de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha behsa prensîpa şeraket û beşdarî û şêwirîna berdewamiya aliyan ya çareseriya giriftan kirin.
Her li vê civînê de tîşk xistin li ser guhertinên meydaniyên dawî ya bereyên şerê dijî terorîstan û amadekariyên operasyona azadkirina Musilê jî hate nirxandin û tekez li ser pêwîstiya rêkkeftina siyasiya di navbera aliyan û pêkhatan ya ji bo qonaxa piştî azadkirina Musilê kirin. Ew jî bi navê rêgirtina li kûrtirbûna kêşeyan û dirustbûna dilniyayî ya pêkhatan ku li paşarojê da jiyan û bexteweriya wan bê mîsoger kirin û êdî karesat dûbare nebin.
