• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Dêrsimê şer derket: Gerîlayekî PKKê ket destê hêzên Tirk

Li Dêrsimê şer derket: Gerîlayekî PKKê ket destê hêzên Tirk
Li Dêrsimê, di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket, gerîlayekî jiyana xwe ji dest da.

Peyamnêrê Rûdawê li Dêrsimê ragihand, şeva borî li derdora gundê Teştekê yê Dêrsimê, şer di navbera hêzên artêşa Tirkiyê yên ku derketibûn operasiyonê û şervanên PKKê de şer derket.

Peyamnêrê Rûdawê ji zarê Walîtiya Dêrsimê da zanîn, di wî şerî de şervanekî PKKê jiyana xwe ji dest daye yek jî bi birîndarî ketiye destê hêzên Tirkiyê.

Hat gotin ku operasiyonên li devera Dêrsimê didomin.

Rudaw
Top