Serok Barzanî pêşwaziya Serok Wezîrê Herêma Flanderza Belçîka kir
Li hevdîtinê de Serok Wezîrê Herêma Flanderza Belçîka spasî rexsandina hevdîtinê û wê pêşwaziyê kir ku li wî bi xwe û şanda li gel hatiye kirin. Her wiha ji bilî behskirina wan tehdîdên ku rûbirûyê xelkê Kurdistanê bûye, pesnê serkeftin û xweragiriya gelê Kurdistanê û qurbanîdana Pêşmerge ya li şerê dijî terorîstan kir û dilxweşiya xwe jî bi wê sîstema ku xelkê Kurdistanê ya li berçavgirtina mafên mirov û pêkvejiyanê nîşanda ku bi beşdariya jinan peyrew dikin. Her wiha amadehiya xwe û welatê xwe jî ji bo piştgîrîkirina gelê Kurdistanê nîşanda û pêzanînên xwe jî ji bo rola Serok Barzanî ya serkeftinên Kurdistanê de hebû û wê yekê xisterû ku li wê yekê bawere ku paşaroja Kurdistanê li destekî emîn daye.
Li beranber da Serok Barzanî spasî hevsozî û piştgîriya şanda mîhvanan kir û ji bo qurbaniyên rûdana terorîstiyên bajarê Brukselê serxweşiyê li gelê Belçîka û şanda mîhvanan kir û ragihand ku gelê Kurdistanê ku bi xwe qurbanê destê terore, hevsoze li gel we û balkişand li ser hereşeyên terorê ku hereşeya terorê hemû aliyek dike armanc û rûbirûbûna wê jî hewlekî ciddî û hemû aliyane û dilsozane, hem li ruyê serbazî hem jî li ruyê fikrî û aborî û civakî ve pêwîste.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de ronahî xiste ser tehdîdên li ber gelê Kurdistanê û her wiha sedemên qeyrana darayî û behsa ewe jî kir ku civaka navdewletî li meseleya koçberan de wekî pêwîst yarmetiya Herêma Kurdistanê nedaye û Hikûmeta Iraqê jî li vî derbarî de kêmterxem bûye.
Her li vê hevdîtinê de behsa dîroka siyasiya Iraqê û qeyrana siyasiya niha û şerê azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirina Musil û her wiha paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kirin.
