• Saturday, 21 February 2026
logo

Cebar Yawer: pêşmerge beşek ji hevpeymanîya navdewletî ye

Cebar Yawer: pêşmerge beşek ji hevpeymanîya navdewletî ye
Cebar Yawer, emîndarê giştî yê wezareta pêşmerge ragîhand; eger Mûsil ji destê Daişê bê derxistin, heta radeyekê gelek mezin Kurdistan jî dê ji gefa Daişê rizgar be û êdî gef li ser emnahîya Kurdistanê namîne.

Got jî: pêşmerge beşekin ji hevpeymanîya navdelewtî û biryara pişikdarî pêkirina pêşmerge di şerê rizgar kirina Mûsilê da berîya demekê dirêj hatîye dan.

Yawer xwuya jî kir: qonaxa piştî Daişê gelek ya giringe û pêdvîye her ji niha kar bo parastina Mûsilê li piştî Daişê bê kirin, daku çi hewlên din yên wekî Daişê peyda nebin.

War.tv
Top