• Saturday, 21 February 2026
logo

Rûsya: Tirkiye dixwaze bi kuştina Kurdan pirsa Kurd çareser bike

Rûsya: Tirkiye dixwaze bi kuştina Kurdan pirsa Kurd çareser bike
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li Moskovayê civîna çapemenî ya heftane li dar dixe. Zaxarova, Enqere dixwaze bi kuştinan pirsgirêka kurdî çarser bike.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li Moskovayê civîna çapemenî ya heftane li dar dixe.

Zaxarova di civînê da zanîn ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 21 û 22ê Nîsanê de wê serdana Yerîvana Ermenîstanê bike, serdana Lavrov ya Yerîvanê zêdetir ji bo gengeşiya pirsgirêka Qerebaxê ye.

Mariya Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de behsa bûyerên bajarên kurdan jî kir û ragihand ku Enqere li wir li ser navê tekoşîna dijî terorê li operasyona kurdan dike, di van operasyonan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest didin û got: ‘Enqere dixwaze bi rêyên zordarî pirsgirêka kurdî çareser bike, em bangî wan dikin ku dev ji vê rê yê berde, lewra ev rê çareseriyê nayîne.'
Top