Turkîya piştîvanî ya xwe bo Azerbaycanê li dijî Ermînyayê tekez dike.
Di dema çend roj ên bûrî de şerr û pêkdadan li dever a sinûrî ya Nagornokerbax çêbû û bi eger a wê jî heya niha 20 serbaz ên Azerbaycanî hatine kuştin û nêzîkî 50 jî birîndar bûne û şerr berdewame.
Ji alîyek dî ve wezîr ê berevanî ya Turkîyayê Îsmet Yelmaz û fermande yê bala ya supay ewî welatî , Holsoy Akar, li gel fermandar ên bilin ên serbazî yên supa ya Azerbaycanê kombûn û ragehandin Azerbaycanê maf ê xwe berevanîyê ji serwerî ya axa xwe bike.
K24
