YPG: Di meha Adarê de me 131 çekdarên DAIŞê kuştin
Navenda Çapemenî û Ragehandina YPGê amaje bi amareyên şer û pevçûnên di navbera wan û çekdarên DAIŞê de di meha borî de kirin û ragehand: “Di meha borî de me 131 çekdarên DAIŞê kuştin.”
Di daxuyaniya YPGê de hatiye: “Hêzên me dest danîne ser hejmarek mezin ji çek û teqemeniyên çekdarên DAIŞê.”
YPGê herwiha şehîdbûna 73 şervanên xwe jî di wan alozî û şeran de ragehandiye.
Herwiha ragehandiye ku “Di meha Adarê de Hêzên Artêşa Tirkiyê çar caran êrîş birine ser baregehên me.”
Basnews
