Erdogan: Emê wan ji hemwelatiyê derxin
Serokomerê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi helkefta roja parêzeran li Beştepetê gotarek pêşkêş kir.
Recep Tayyip Erdogan anî ziman helwesteke şaş e ku akademisyên negirtî tên darizandin wiha domand: “Eger pêwîst be, divê emê alîgirên rêxistina terorist ji hemwelatîtiyê biavêjin."
Erdogan ragihand , ew dizanin ku parêzerên qaşo yên ku di bin navê buroya parêzeriyê de wekî “yekîneyên rêxistina terorê dixebitin” hene, tu gumana wan ji vê yekê nîne û wiha domand:
“Ev rewş ji bo rojnamevan, ez dixwazim vir bi taybetî destnîşan bikim, ji bo kesên akademîsyen, doxtor û mamoste he eynî ye. Hûn lê dinêrin di demên dawîn de dibêjin ku 'heke akademîsyen be bila negirtî bê darizandin.' Çawa, heke sûcdar be, darazê biryara vê dabe ew jî dê girtî bê darizandin."
Erdogan derbarê operasyonên li navçeyên Bakurê Kurdistanê de jî wiha got: “Belkî yek ji me tê kuştin lê 10, 20 û 30 ji wan tên kuştin. Heger em ji çarçoveya yasayan derbikevin bo çareserkrinê 3 roj ji bo me bes in.”
Herwiha
Serokomerê Tirkiyê derbarê “pêvajoya çareseriyê de jî wiha got: “Pirsek a dewleta me, ligel teroristan gotûbêj bike nîne. Ev kar bidawî hatiye. Yan betonê li ser çekan de bê rijandin yan jî hêzên me dê bedala wê bide standin.”
Rudaw
