• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokê MHPê: Divê li Nisêbînê kevir li ser kevir nemîne

Serokê MHPê: Divê li Nisêbînê kevir li ser kevir nemîne
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Dewlet Baxçelî di gotarekê de li pêşiya endamên firekesyona partiya xwe di parlemena Tirkiyê de, bi tundî êrîş bire ser Gelê Kurd û daxwaz kir ku, Nisêbîn biyek carî were rûxandin û kevir li ser kevir nemîne.

Dewlet Baxçelî ku yek ji wan serokane ku bi eşkere dijayetiya xwe jibo Kurdan radighîne, vê care bi tundiyek mezin axaftin li dijî Kurdan kir û got: “Em piştevaniya operasyonên leşkerî dikin, lêbelê ew operasyon li Nisêbîn xavin, pêwîste bi tenê 3 roj muhlet bo xelkê were dan jibo bajar valabikin, piştre divê Nisêbîn bibe ax û kevir li ser kevir nemîne.”

Herwiha rexne li Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu kir, li ser sedana wî ya jibo Amedê ku gotibû: “Ez dê xaniyekî li Amedê bikrim.” Herwiha rexe li serdana wî kir ku, Ala Tirkiyê di nav xelkê de nehatibû bilind kirin.

Basnews
Top