Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyeke Kongiresa Amerîkayê dike
Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û wezîrê pêşmerge bi wekalet, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Elî Sindî wezîrê pilandannaê amade bûn, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û pişgiriya xwe ji bo herêma Kurdistan û pêşmergeyê Kurdistanê di cenga dijî terorê de nîşan da, ji aliyê însanî jî ve, şandeya Kongiresa Amerîkayê helwesta xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên ji ber tirs û gefên terorîstan hatine herêma Kurdistanê û hemû xizmetên pêwîst jê re dabînkirine, bilind nirxandin.
Şandeya mêvan behsa rewşa jinan li herêma Kurdistanê û cî û rola wê di warê îdarî, siyasî û civakî de kir û di vê çarçoveyê de behsa jinên êzidî yên ji destê terorîstên DAÎŞ hatine azad kirin û yên heta niha di destê DAÎŞê de mane kir û tekîd li ser wê yekê kir ku divê ji aliyê derunî û nefsî ve ew jin bên sexbêr kirin û vegerin nav civakê.
Şandeya Kongiresa Amerîkayê berheviya xwe nîşan da ku di warê derbaskirina kirîza êkonomî de alîkariya herêma Kurdistanê
bike.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Kongiresa Amerîkyê û piştevaniya berdewam ya Amerîkayê, bi taybetî dostên kurd li Amerîka, bo herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîr behsa pêşhatên dawiyê yên cenga dijî terorîstên DAÎŞ kir û got ku, di vê cenga dijî terorîstan de, Pêşmergeyê Kurdistanê pêwîstî bi piştgiriya berdewam ya welatên dost bi giştî û Amerîkayê bi taybetî heye û pêwîste çekê modern ji bo Pêşmerge bê dabînkirin daku bikaribe li serketinên bi ser terorîstan de berdewam be.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de ji şandeya mêvan re behsa rewşa herêma Kurdistanê û kirîza êkonomî ya herêma Kurdistanê tê de derbas dibe û hokarên serhildana wê kirîzê kir û hêvî xwest ku welatên dost di vî warî de alîkarî û piştevaniya herêma Kurdistanê bikin. Barzanî tekîd kir ku, ji wan qerzên hikûmeta Îraqê ji navdewletî werdigire divê para herêma Kurdistanî jî tê de hebe.
Serokwezîr behsa wan tedbîrên hikûmeta herêma Kurdistanê yên ji bo çareserkirin û rûbirûbûna kirîza êkonomî wergirtine û pilana çaksaziyê kir û got ku, ji bo derbasbûn ji kirîza êkonomî, çavê herêma Kurdistanê li alîkariyên navdewletî û kompaniyên berhemhêner e û deriyên herêma Kurdistanê li pêşiya berhêmhêner û sermayedaran vekirîne daku bên û sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê di warên cihê de birazînin û bi vê rê, ji bo dernaskirina kirîza êkonomî hevkariya herêma Kurdistanê bikin.
Rewşa herêmî bi giştî û ew deverên ji bin destê terorîstên DAÎŞ hatine rizgar kirin û çewaniya avadankirina wan deveran û çend mijarên din di civînê de hatin gotûbêj kirin.
