Hewlêr - 11emîn pêşangeha pirtûkan vebû
Îro yazdehemîn pêşangeha pirtûkan li Hewlêrê vebû. Qurdeleya pêşangehê ji aliyê Serok Barzanî ve hat jêkirin.
Di pêşangeha pirtûkan a Hewlêrê de, ku ji aliyê dezgeha medyayî ya Meda ya iraqî ve hatiye vekirin, 200 navendên çap û belavkirina pirtûkan ji 20 welatên erebî û 4 welatên ewropî beşdar bûne û zêdetirî 700 hezar pirtûk tê de hatine nîşandan.
Pêşangeh dê 10 rojan bidome. Nirxa pirtûkan li gorî şert û rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê hatiye kifşkirin û li gorî salên borî, pirtûk erzantir in.
Pirtûkên ku di pêşangehê de hatine nîşandan, di warên dîrok, felsefe, erdîngarî, zanistî, ayînî û gelek warên din de ne.
Rudaw
