Çi li pêşiya Federasyona Rojava ye?
Federasyona ku bi navê “Sîstema Federal a Demokratîk ya Rojava – Bakurê Sûriyê“ di 17’ê Adarê de li Rojava hat îlankirin heta niha jî dibe mijara nîqaşan. Rejîma Sûriyê li dij federasyonê derdikeve û hêzên navnetewî jî destnîşan dikin ku ew piştgiriyê nadîn federasyona ku yek alî hatiye ragihandin. ENKS jî diyar dike ku qeyrana Sûriyê wê bi modela rêveberiya federal çareser bibe, modela federasyonê ya PYD’ê zelal û demokratîk nabîne.
Bertekên rejîm û opozîsyona Sûriyê yên li dij Federasyona Demokratîk ya Rojava – Bakûrê Sûriyê ku ji aliyê PYD ve hate îlankirin didomin. Serokdewletê Suriyeyê Beşar Esad daxuyand ku ew federasyonê qebûl nakin û angaşt dike ku kurd li Rojava kêmîne ne. Opzîsyona Sûriyê jî dibêje ku federasyon wê Sûriyê parçe bike. Nûnerên PYD’ê jî li hemberî angaştên rejîm û opzîsyona Sûriyê radigîhinin ku federasyona hatiye ragihandin erdnigarî ye û sîstema federal wê Sûriyê demokratîk bike. Encumena Niştimaniya Kurd ya Sûriyê (ENKS) jî tîne ziman ku PYD manewrayên siyasî dike û doktrîna xwe li ser gelê Rojava ferz dike.
Ji bilî Rêveberiya Şamê û Opozîsyonê, daxuyaniyên DYA û Rûsyayê jî ku eşkere dikin ku ew piştgiriyê nadin federasyonê û alîgirên Sûriyeya unîter in û venexwendina PYD’ê ji bo hevdîtinên Cenevrê nîşan didin ku wê ambargoyeke siyasî li ser PYD’ê bê pêkanîn.
Ji hêla din firîna balarifên rejîmê li ser Qamişlo û Hesekê û daxuyaniyên bêrêz û biçûkxistina kurdan yên rayedarên Sûriyê jî nîşan dide ku di navbera rejîm û PYD’ê de wê alozî derkevin.
Brîmo: Rejîm jî opozîsyon jî mafên kurdan nasnakin
Endamê Polîtburoya PDKS’ê û Rêveberê ENKS’ê Nurî Brîmo ji BasNûçe’yê re axivî û ragihand ku federasyona ku PYD’ê îlan kiriye îdeolojîk û dirûvê rêveberiyeke ku sînorên wê ne zelal in. Brimo got ENKS’ê di 2011’an de eşkere kiriye ku qeyrana Sûriyê wê bi sîstema federal çareser bibe û diyar kir ku federasyona ji aliyê PYD’ê ve hatiye ragihandin, pirsgirêkên Rojava û Sûriyê çareser nake. Brîmo destnîşan kir ku rejîm û opzîsyona Sûriyê li hemberî kurdan di nava helwesteke şovenîst dane û wiha axivî: “Rejîm û opzîsyona Sûriyê nêzîkatiyên nijadperest nîşan didin. Li dijî federasyona PYD’ê îlan kirî dertên. Li hember ne naskirina mafên kurdan dibin yek. Rejîm jî opozîsyon jî mafên kurdan nasnakin.” Nûrî Brîmo destnîşan kir ku li herêmê Sykes-Picoteke nû li ser kurdan tê ferzkirin û diyar kir ku kurd destûrê nadin vê yekê û divê li Rojava kurd siyaseteke netewî bişopînin.
Îsmaîl: Pêdiviya kurdan bi Sûriyeke demokratîk tune ye
Endamê ENKS’ê Mihemed Îsmaîl jî li ser Sîstema Federal a Demokratîk ya Rojava – Bakûrê Sûriyê ji rojnameya me re nirxandin kir û got ku ev sîstem dewama siyaseta PYD’ê ya yekparêz e ku ev 4 sal in dimeşîne. Îsmaîl ragihand ku PYD bi tena serê xwe tevdigere û li Rojava hewldidin ku tiştên nû biceribînin. Îsmaîl her wiha eşkere kir ku mînaka sîstema federal a TEV-DEM û PYD’ê ragihandiye li cîhanê tune ye û axaftina xwe wiha domand: “Sîstemên federal an li gor bingiheke etnîkî an jî li gor sînorên erdnigarî tên destnîşankirin. Nayê zanîn ku ka Sîstema Federal a Demokratîk ya Rojava – Bakûrê Sûriyê kîjan herêman digire nava xwe. Heleb jî, Reqqa jî û Deyrezor jî li Bakûrê Sûriyê cih digirin. Di bernameyên wan de ji bo kurdan, Kurdistanê tiştek tune ye. Pêdiviya kurdan bi Sûriyeke demokratîk tune ye.”
“PYD edebiyata demokrasiyê dike”
Endamê ENKS’ê Îsmaîl di dirêjiya axaftina xwe de got ku PYD li Rojava di nava xebatên ne demokratîk de ye û diyar kir ku demokrasî û sîstema federal hevdu digirin, lê belê kiryarên PYD’ê ne demokratîk in. Îsmaîl amaje bi wê yekê kir ku ENKS ne biyanî sîstema federal e û got, “Demokrasî û federasyon hevdû temam dikin. Dibe ku dewletek ne demokratîk be, lê divê sîstemeke federal demokratîk be. Di modela federasyonê ya ku ENKS pêşniyar dike de kurd xwe bi rêve dibin. Pêwendî û hiqûqa navnetewî ya kurdan hatiye destnîşankirin. Bi hevokên ne zelal û edebiyata federasyona demokratîk, sîstema federal nayê avakirin.”
Her wiha Îsmaîl ragihand ku ENKS sîstema li Herêma Kurdistanê û ya li welatên YE ji xwe re mînak digire û ji bo ku mafên kurdan bidest bixe dîplomasiyê dike. Îsmaîl di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku tu cudahî di navbera pergala kanton û federasyona PYD’ê ragihandî de tune ye.
Evdo: Sîstema federal wê Sûriyê hevgirtî bike
Hevserokê Meclîsa Zagonsaz ya Kobanê Fewziya Evdo jî di derbarê Sîstema Federal a Demokratîk ya Rojava – Bakûrê Sûriyê de agahî dan BasNûçe’yê û ragihand ku Komîteya Peymana Civakî ya Lijneya Rêxistinkirina Sîstema Federal a Demokratîk ya Rojava – Bakûrê Sûriyê hatiye damezrandin û got ku ev komîte bi Yekitiya Netewî ya Kurdên Sûriyê, Endamên Civaka Demokratîk, TEV-DEM, Partiya Çep ya Kurdên Sûriyê re civînan pêk tîne û xebatan dimeşîne. Evdo eşkere kir ku di van civînan de bandorên Komîteya Peymana Civakî ya Lijneya Rêxistinkirina Sîstema Federal a Demokratîk ya Rojava – Bakûrê Sûriyê yên li ser herêmê û Sûriyê tên niqaşkirin û radigihîne ku wê sîstema federal di navbera gelên herêmê de dîyalog û aramiyê bîne.
“Em li Pragê nunertiyê vedikin”
Fewziya Evdo balê kişand ser daxuyaniyên Rûsya, DYA û welatên YE’yê yên ji bo piştgiriya federasyona Sûriyê û destnîşan dike ku Rojava bi awayekî fîîlî heye û DYA û Rûsya wê rewşa Rojava qebûl bikin. Evdo wiha dibêje: “Em ê biryara çarenûsa xwe û dirûvê rêveberiya xwe bidin. Dema me bi DAIŞ’ê re şer dikir, me ji wan destûr nexwest. Ji damezrandina rêveberiya xwe jî em ji tu kesî destûr naxwazin. Me modeleke demokratîk û aştîxwaz ava kir, ev wê Sûriyê hevgirtî bike. DYA û Rûsya jî wê hebûna me qebûl bike.” Her wiha Evdo li ser angaştên vekirina nunertiya PYD’ê li paytexta Komara Çekê Pragê jî got ku şandeke ku rayedarên YPJ û PYD’ê jî di nav de cih digirin çûye Pragê û diyar kir ku PYD piştî Moskovayê wê li Pragê jî nunertiya xwe veke.”
Muslim: Li Parisê jî nûnertî tê vekirin
Li aliyê din Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim di hevpeyvîneke ligel televizyona France 24 de ragihand ku di demek nêzîk de ew ê nûneratiya xwe li Parîsa paytextê Fransayê vekin. Salih Muslim eşkere kir ku mijara vekirina nûneratiya Rojavayê Kurdistanê mijarek ciddî ye û kar li ser tê kirin û dê di navebra mehekê de ew nûneratî bi fermî were danîn. Muslim di beşeke din a axavtinên xwe de tekezî li ser guncawbûna sîstema federaliyê bo hemû Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir.
Di berdewamiya axaxtina xwe de Hevserokê PYD’ê li ser pirsa “Gelo ragihandina federaliyê bandorek nerênî nekiriye ser pêwendiyên PYD’ê ligel DYA û Rûsya?“ da û got ku berovajiyê wê yekê têkiliyên wan xurt û bihêz in û di warê leşkerî de alîkariyên DYA’yê ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî zêdetir bûne. Li ser hevbengirtina PYD’ê û aliyên kurdî bi DYA û Rûsya re bo ragihandina sîstema federaliyê de, Salih Muslim destnîşan kir, ku ew pirs pirseke navxweyî ya Sûriyê ye û dê xelkê ku li deverên Rojava û bakurê Sûriyê dijîn, biryarê li ser qedera xwe bidin.
Muslim li ser pêngava federaliyê jî wiha axivî: “Me ji Rûsya re got, ku we bi xwe jî li welatê xwe sîstema federaliyê heye, we herêm û komarên federal di Federasyona Rûsya de hene, ji ber ku gellek netew û pêkhatyeên cuda li Rûsya dijîn. Herwiha Amerîka bi xwe jî sîstema federaliyê cîbicî dike. Çima ew dê li dijî biryara xelkê me derkevin. Ev yek mijareke navxweyiyê yê me ye û me bo biryardana derbarê ragihandina federaliyê de jî pirs li ti kesî nekir.”
Operasyona Minbîcê destpê dike
Hat zanîn ku YPG û Hêzên Sûriya Demokratîk ku dawî li operasyonên li devera Ezaz û Bakûrê Helebê anîn, amadekariyên operasyona Cerablûs-Minbcê dikin. Li gor agahiyên ji herêmê tên balafirên hêzên hevpeyman ku beriya 3 rojan kampên DAIŞ’ê yên li herêmê bombebaran kirin, êrişên xwe yên li ser baregehên DAIŞ’ê yên li Minbîcê didomîn e. Rojnameger Mihemed Bilo ku operasyonên li herêmê dişopîne ji BasNûçe’yê re eşkere kir ku YPG’ê ji Minbîc û derdora wê re cebilxane û yekîneyên leşkerî şandine. Her wiha Bilo ragihand ku YPG wê di demeke nêzde operasyonê lidar bixe û balafirên DYA’yê herêmê bordûman dikin. Bilo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Balafirên DYA keşfê dikin û agahiyan kom dikin. DYA herêmê dişopîne û bargehên DAIŞ’ê bombebaran dike. YPG jî din ava amadekariyan de ye û wê di demeke nêzde operasyon destpê bike. Eger DAIŞ ji Minbîc û Cerablûsê were derxistin, bajarên kurdan dibin yek. Cihên stratejîk di destê YPG’ê de ne, YPG wê DAIŞ’ê ji Minbîcê derxîne.”
Rêyên bi ser Reqqayê ve tên bordûmankirin
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan jî eşkere kir ku balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî, gundewarên başûrê Hesekê yê di destê DAIŞ’ê de Hesekê topbaran kir. Rewangiha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku balefirên şer ên bi ser hevpeymaniya navdewletî ya şerê dijî DAIŞ’ê dikin, xal û bargehên DAIŞ’ê li gundê Deyşiyê yê bi ser başûrê Hesekê ve topbaran kirin û di encam de hijmarek zede ya kuştî û birîndar ji çekdarên rêxistinê çêbûn. Her wiha ji bilî ku hin erebe û yekîneyên teknîkî jî di encama bombebaranê de hatin ruxandin. Li aliyê din amaje li ser wê yekê heye ku ew ê di demeke nêzde operasyona rizgarkirina Reqqayê jî destpê bike û hevpeymaniya navdewletî rê li ber HSD’ê vedike da ku di warê bejayî de operasyonê birêve bibe. Angaşt li ser wê yekê jî heye ku serdana John Kerry Wezîrê Karê Derve yê DYA ya ji bo Moskovayê jî ji bo hemahengiya operasyona Reqqayê bû ew ê di demeke nêzde hevpeymaniya navdewletî û HSD beşdarî operasyona rizgarkirina Reqqayê bibin.
Artêşa Tirkiyê Qamişlo topbaran kir
Li aliyê din hat zanîn ku Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê da ber topan. Li gor zanyariyên medyayên nêzîkî PYD’ê, leşkerên Artêşa Tirkiyê yên li ser sînor nav bajarê Qamişlo topbaran kirin. Hat ragihandin, ku 3 gulleyên tope li nav bajêr û li cihê ku welatiyên sivîl lê dijîn, ketin. Her wiha hat eşkerekirin ku di encama topbaranê de tu zirarên canî çê nebûne, lê zirarên darayî gihîştin cihên ku top lê ketine. Li malperên bi ser PYD’ê yek ji wan gulleyên tope li Mizgefta Nebî Salih ketiye û di encamê de zirar gihîştiye mizgeftê. Herwiha gulleyeke tope jî li mala welatiyekî sivîl li taxa Xerbî ya Qamişlo ketiye û zirarek mezin gihandiye wê malê. Gulleya sêyem jî di nav bazarekê de ketiye û zirarên darayî gihand milkên welatiyên sivîl. Ji aliyekê din ve medyayên nêzîkî PYD’ê ragihandin, ku leşkerên Tirkiyê di saetên sere sibehî de gulle bi ser bajêr de reşandin. Li gor zanyariyan gulle li mal û otomobîla welatiyekî sivîl ketin. Di bûyerê de tu zirarên canî çênebû, lê belê zirar gihîşt mal û otomobîla wî welatiyê Qamişlo.
Li aliyê din jî hat zanîn ku Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Efrînê û Bakurê Kurdistanê sînorê nû lê dike. Li gor çavkaniyên herêmî di navbera gundê Bêka yê navçeya Bilbilê yê Efrînê û Bakurê Kurdistanê de dest bi avakirina dîwarekî nû tê kirin.
Artêşa tirk beriya demekê zerîpoşan li pêşberî gundê Bêke yê navçeya Bilbilê bicih kiribûn û li wir tevgera leşkeran zêde kiribû. Çend roj berê jî leşkeran dest bi avakirina dîwar kirin. Bilindbûna dîwarê ku hîn çêkirina wî didome, 4 metre û firehiya wî jî 3 metre ye. Leşker her wiha gundiyên Bêke jî aciz dikin û bi gulebaranan, nahêlin ku bi rehetî di nava zeviyên xwe de kar bikin.
Basnews
