Li taxa Şêx Meqsûd 9 kes hatin kuştin
Li gor çalakvanên sivîl li bajarê Helebê şeva borî Taxa Şêx Meqsûd ku, nişteciyên wê hemû Kurdin ji aliyê grûpa Cebhet El-Nûsrayê û Ehrar El-Şam ve tê topbarankirin, di encama wê topbaranê de 9 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dan û şehîdbûn, herwiha 24ê din jî birîndarbûn.
Li gor zanyariyên çalakvanan bi dehan welatî di bin rûxandin û wêrankirina avahiyên wê taxê de kuştî û birîndar mane.
Taxa Şêx Meqsûd ji Adara borî ve, ji aliyê wan grûpên nav borî ve tê toparankirin û piraniya nişteciyên wê Kurdin.
K24
