Amerîka dixwaze “Kelha DAIŞê” bi destê YPGê were azadkirin!
Tê gotin ku hêzên rêjîma Sûriyê xwe ji bo operasiyona Reqayê amade dikin û dixwazin bi alîkariya balafirên şer ên Rûsya, êrişî wî bajarî bikin.
Li hember vê yekê, berdevkê koalîsyona dijî DAIŞê Steve Warren, daxuyaniyek da û got, li gorî me li şûna ku Reqa bikeve destê Beşar Esed, bila ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve were girtin.
Steve Warren di berdewamiya axaftina xwe de got, hêzên herî baş yên ku li dijî DAIŞê şer dikin Hêzên Sûriya Demokratîk in. Ev hêz dikare Reqa û Deyrezorê kontrol bike. Ji ber ku ev hedefa me ye jî.
Warren ji bo Esad jî got, ew dîktador û zalim e û ji bilî zilmê tiştek din ji destê wî nayê!
Rudaw
