Parlementarekî PDKê bersiva Mela Bextiyar da
Piştî ku Berpirsê Desteya Karîger a Polîtbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragehandibû: “Du meh û nîv berî şandina wezîrên Goran û Yûsif Mihemed bo malên wan, ez û Hêro Ibrahîm Ehmed û Dilêr Seyid Mecîd ligel Newşêrwan Mistefa civiyan, ji me re got, PDKê du biryarên bi vî şêweyî dijî me amade kirine.”
Ji aliyê xwe ve Parlementerê PDKê di parlemena Kurdistanê de Ferhan Cewher ji BasNews re ragehand: “PDKê pêşwext biryarên bi vî şêweyî nedane.”
Herwiha eşkere kir: “Piştî şewitandina baregehên PDKê li sînorê Silêmanî û devera Germiyan ji aliyê Tevgera Goran, ew biryar hate dan, jibo vê biryarê jî pêwendî bi ti aliyên din ve nehatiye kirin, jiber Goran li ser tundîtîjiyê berdewam bû.”
Basnews
