• Saturday, 21 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Biryara hejmara 688 ê Encûmena Asayîşa rêxistina Neteweyên Yekgirtî li 5 ê nîsana 1991 ku têda bi piştevaniya civaka navdewletî navçeya dijîfirînê li Kurdistanê damezra, biryarekî bi wêrekane û dîrokî ya civaka navdewletî bû ji bo parastina gelê Kurdistanê li hereşe û êrîşên rejîma wê demê ya Iraqê. Ev biryar li encama nîgeraniya civaka navdewletî ji rewşa xelkê sîvîl û koçberan û her wiha hewla welatên zilhêz pêkhat.

Biryara 688 bi cîhkirina prensîpa destêwerdana mirovî ya civaka navdewletî bû ji bo rêgirtina li tidaçûna xelkê sîvîl ku li encama şer û kavilkarî da jiyana wan dikevê metirsiyê. Ew biryara Encûmena Asayîş biryarekî rast û rewa bû û xizmeta parastina xelkê Kurdistanê kir û Kurdistan karî xwe biparêzê û xwe geş bixe. Her li encama ewe jî Herêma Kurdistanê bû bi fakterekî erênî ji bo aramiya li navçeyê û xizmeta berjewendiya navçeyê û cîhanê bi giştî kir û niha jî li sengera yekema parastina cîhane li hereşeya terorê.

Bi pêzanînekî mezin ve bîranîna derxistina wê biryara girînga civaka cîhanî dikin ku li dem û satekî guncaw da bi navê rêgirtina li karesatan, Encûmena Asayîş desthilata xwe bikaranî û eve jî li rastiyê de xizmeta aştî û asayîşa cîhanî kir. Gelek spasî wan dewletan dikin ku rola wan li dariştin û amadekirin û derxistina biryara 688 ya Encûmena Asayîş hebûye ku niha jî wan hemûyan nûnerayetiya xwe li Herêma Kurdistanê da heye.


Serokayetiya Herêma Kurdistanê
04.04.2016
Top