Mesrûr Barzanî: Baweriya Pêşmerge bi armanca xwe heye
Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji malpera Amerîkayê ya CBS Newsê re ragehand, Kurd tenê ji bo xwe şer nakin. Bi navê hemû cîhanê li dijî terorîstan şer dikin. Diyar kir: ‘’Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê herçend 4 mehe mûçeyên xwe vernegiritine jî, lê hîn jî li bereyên herî pêş û çeperên herî pêş li dijî DAIŞê şer dikin. Ji ber ku Pêşmerge baweriya xwe bi armancên xwe heye.’’
Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê diyar kir: ‘’Pêşmerge hemû jî xwedan zarok û hevjîn in û nizanin heta çi demê wê bê mûçe, di rêzên şer ên pêş de şer berdewam bikin? Eva di demek de ye ku hatina nêzîk 2 milyon avare û penaber û krîza aborî kûrtir kiriye, her ji ber vê jî rêjeya rûniştwanên herêma Kurdistanê ji sedî 30 zêdekiriye û bilind kiriye.’’
Di beşekî din ya hevpeyvînê de Mesrûr Barzanî behsa metirsiyên têkçûna bendava Mûsilê kiriye û dibêje: ‘’Eger bendav têkbiçê, beşekî piraniya Mûsilê di çend saetan de wê bin avê de bimîne û heta wê bighîje Bexdayê jî û çi bikeve pêş jî wê wêran bike.’’
Basnews
