PDK-T li Bakur dest bi siyaseteke çalak dike
PDK-T ji sala 2014an ve, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi awayeke fermî siyasetê dike. Li gorî ragihandina rayedarên partiyê, ji ber ku pirsgirêkên li Tirkiyê û Bakur bi rêyên siyasetê bêne çareserkirin dê PDK-T di siyasetê de zêdetir aktîf bibe. Serokê Giştî yê PDK-Tê yê niha Mihemed Emîn Kardaş e.
Ji hêla din ve bi serokatiya Sertaç Bucak Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) jî amadekariyên partiyekê dikirin. Li gorî hîn çavkaniyên nêzîkî her du rêxistinan dibe ku di paşerojê de PKD-T û PDK-Bakur bibin yek.
K24
