Serokê parlementoya Awropa rexneyên dijwar li serok komarê Tirkîyê girtin
Martin Şoltiz, serokê perlemanê Awropa di daxuyanîyeka rojnamevanî da rexne li helwîstê Receb Tayib Erdogan serok komarê Tirkîyê girtin, piştî Erdogan nerazîbûna xwe li ser straneka Almanya dîyar kirîye ku sifkatî bi helwîstê wî kirin li hemberî qeyrana koçberîyê û rûbrûna rojnamevanîya welatê xwe. Şoltizî aşkere kir: pêdvîye bo Erdogan ron bikin ku demokrasî li welatê wan heye û pêdvîye sîyasetmedar jî xwe li gel wê yekê bi guncînin, eger xwe serokê Tirkîyê jî be.
Da zanîn jî: pêdvîye Erdogan sînorên xwe bizanibe û henek pêkirin regezekê serekî yê rewşenbîrîya demokrasîyê ye û ne ya ber aqile serokê welatekî daxwaz ji welatekî din bike, ku sînorî bo demokrasîya xwe danin.
War.tv
