• Saturday, 21 February 2026
logo

Kerkûk; Ji kurdan gavek mînak ê demokratîk

Kerkûk; Ji kurdan gavek mînak ê demokratîk
Kurd qebûl dikin ku erkê Serokê Civata Bajêr bidin tirkmenan
Aliyên siyasî yên kurd li Kerkûkê ragihandin ku ew pê qayîlin ku erkê Serokê Civata Bajêrê Kerkûkê bidin pêkhateya tirkmen. Lê bi wê şertê ku kesê bê erkdar kirin divê xelkê Kerkûkê be.

Aliyên siyasî yên kurd li Kerkûkê, îro li Baregaha 3 ya PDK’ê lihev kombûn û geşedanên siyasî û rewşa bajêr nirxandin. Derbarê mijarê de nûnerên aliyên kurd bi civînekê çapemeniyê ragihand ku, heger pêkhateya tirkmen bixwaze, dikarin erkê Serokê Civata Bajêr werbigrin û ew jî vê yekê qebûl dikin. Lê divê kesê bê diyar kirin, xelkê bajêr be.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew piştgirî didin helwesta aliyê kurd li Bexdayê û herwiha bang li rêveberiya Bexdayê jî kirin ku li hember beş û mafên kurdan ên ku di Destûra Iraqê de hatine destnîşan kirin, rêz bigre û li gor pêdiviyên destûrê tevbigere.

Aliyên kurd li Kerkûkê agahdariyek bo welatiyan jî ragihandin û daxwaz kirin ku hemû kes navê xwe di sîstema nû ya Komîsyona Hilbijartinan de (Bayometre) tomar bikin bo wê yekê ku di hilbijartinên dema pêş de mafê dengdana wan hebe.

Di daxuyaniyê de herwiha behsa xwepêşandanên girseyî jî hate kirin û hate gotin ku divê hemû xwepêşandanên sîvîl, bi destûra yasayî be ku rewşên nexwestî peyda nebin.

Basnews
Top