• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan ji Obama re behsa Pêşmerge û Mûsilê kiriye!

Erdogan ji Obama re behsa Pêşmerge û Mûsilê kiriye!
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, rayedarên amerîkî ji wî re gotine, “Em nahêlin PYD li Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) dewletê ava bike!” Erdogan her wiha got, ew rexneyên ku Obama li Tirkiyê girtiye, di hevdîtinê de ji min re negotibû!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku ji bo lûtkeya ewlehiya etomî çûbû Amerîka, di dawiya hevdîtinên xwe de bersiva wan rojnamevanên ku pê re çûbûn Amerîkayê, da.

Erdogan, li ser wan rexne û daxuyaniyên Serokê Amerîka Barack Obama yên derheqê azadiya rojnamevanî û ramanê li Tirkiyê, got, Obama ew gotin di hevdîtinê de ji min re negotibû ji ber wê jî ez pê êşiyam dema min zanî li pişt serê min axiviye.

Obama duh, piştî ku bi Erdogan re hevdîtin pêk anîbû, derheqê wê hevdîtinê de gotibû, min ji Erdogan re got ku em ji hinek tiştên Tirkiyê bi taybet sînordarkirina azadiya rojnamevanan aciz in.

Serokomarê Tirkiyê da zanîn ku di hevdîtinên xwe digel rayedarên amerîkî de li ser PYD û YPGê jî axiviye û got, min ji wan re got ku em li başûrê Tirkiyê dewleta PYD/YPGê naxwazin. Jixwe Biden (alîkarê Obama) û Kerry (Wezîrê Derve yê Amerîka) jî gotin ku ew nahêlin PYD dewletê ava bike…

Erdogan her wiha eşkere kir ku Tirkiyê navê 1800 çekdarên Sûrî daye Amerîka da ku li bakurê Sûriyê li dijî DAIŞê û “rêxistinên din ên terorîstî” şer bikin û got, emê navê 600 çekdarên din jî bidin Amerîka. Ew amade ne her tiştî bikin lewma êdî Amerîka nikare ti behane û hêcetekê bîne û bêje, tenê YPG şerê DAIŞê dike!

Wî rayedarê Tirk dîsa behsa avakirina herêma aram li ser sînorê Sûriyê kir û got, min ji Obama re got ku em dikarin wê herêmê berfireh bikin û ji penaberan re xaniyan jî çêbikin. Lê mixabin ne ew ne jî Ewropa xwe nêzîkî vê yekê nakin…

Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ji Obama re behsa rizgarkirina Mûsilê jî kiriye û jê re gotiye, ma em nikarin 5 hezar çekdarên DAIŞê yên ku ketine Mûsilê, ji nav bibin? Eger em wan ji wir derxin wê çaxê xelkê Mûsilê jî dê were ser xwe. Em tenê alîkariya wan bikin ewê bixwe xwe komî hev bikin. Mînak; Pêşmerge alîkarî standin û DAIŞ ji Şingalê derxistin.

Erdogan di bersiva vê pirsê de ku gelo Tirkiyê dê tevlî opersiyona azadkirina Mûsilê de yan na, agahiyek zelal neda.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê îro vegere Tirkiyê.

Rudaw
Top