• Saturday, 21 February 2026
logo

Fermandeyekê pêşmerge: YPGê pirsan li hember rizgarkirina Êzîdîyan peyde dike

Fermandeyekê pêşmerge: YPGê pirsan li hember rizgarkirina Êzîdîyan peyde dike
Fermandeyekê hêzên pêşmerge li Şingalê ragehand; YPGe kêşeyan li hemberî rizgarkirina Kurdên Êzîdî dirust dike û hoşdarî da, eger YPGê ya berdewam be, ew nikarin çi Êzîdîyên din yên di destê Daişê da, rizgar bikin.

Qasim Dirbo, fermandê hêzên pêşmerge li Şingalê bo malperê fermî yê partî got: berîya çend rojan, hikûmeta herêma Kurdistanê, bi rêyên xwe yên taybet 50 kes ji Kurdên Êzîdî, ji destê Daişê rizgar kirin û li hemberî rizgarkirina her kesekî, wan 5 hezar dolar dane, lê çekdarên YPGê û YPJê, pirsan li hemberî rizgarkirina Kurdên Êzîdî dirust dikin û bangeşeyên seyr li dijî hikûmet û hêza pêşmerge diken.

Got jî: ku xelkê Şingalê gelek ji kiryarên hêzên ser bi PKKê ve bêzarbûne û rojane xwe dikine xwedanên deskevtên hikûmeta herêmê û hêzên pêşmerge û bi behaneyên cuda û bangeşe û poxtan û direwan, hewla serdabirina xelkê diken.

Wî fermandeyê hêzên pêşmerge hoşdarî jî da, eger YPGê û hêzên ser bi PKKê ve, berdewambin li ser poxtan û bangeşeyên xwe, ew nikarin çi Kurdên din yên Êzîdî yên di destê Daişê da, rizgar bikin.

Wat.tv
Top