Di dema operasyonên de teqîn: 6 kuştî
Li gor agahiyan li taxa Firat a navçeya Nisêbînê avahiya ku polîs û leşkerên Tirkiyê ketinê di hundirê wê de teqemeniyeke bi destan çêkirî teqiyaye.
Piştî teqînê avahî hilweşiya û li gor agahiyan destpêkê 6 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûne.
Leşkerên birîndar bûne di bin kavilê avahiyê de hatine derxisitin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hatine veguhestin.
Li navçeya Nisêbînê di 13ê Adarê de qedexeya derketinê derve hatibû îalnkirinû şer û pevçûn ji 13ê adarê ve li navçeyê berdewam dikin.
Rudaw
