Dewleta Îranê mal bi mal li dû wê jina kurd digere!
Li gorî nûçeya malpera Rojhilatî ya “mukriannews”ê, çend roj berê peyayên Îttilaata Îranê çûne ber deriyê mala çalakvana kurd Suheyla Mihemedî li bajarê Sine û xwestine wê bigirin lê ew li mal nebûye.
Endamekî malbata Suheyla Mihemedî derheqê sebeba wê yekê de gotiye, karmendên îstixbaratê hatibûn Suheyla bigirin, bi hêceta ku tevlî çalakiya Newrozê ya gundê Qesiryanê yê Sine bûye û helbest xwendiye.
Wî endamê malbata Suheyla Mihemedî her wiha got, karmendên îstixbaratê ji me re gotin dema Mihemedî hat jê re bêjin bila roja 2 Nîsanê (îro) xwe radestî navenda îstixbarata Sine bike.
Çalakvana kurd Suheyla Mihemedî, beriya niha jî ji bo parastin û rizgarkirina devera tûrîstî ya Kanî Bêlê ya Sine, 7 rojan ketibû gireva birçîbûnê. Piştî wê çalakiyê, lêpirsîn li dijî wê hatibû kirin.
Rudaw
