Amerîka û Kurd li ser azad kirina Menbic û Cerablusê rêkeftine
Rizgar kirina bajarên Menbic û Cerablus
Wê çavakaniya ku nexwest navê were eşkere kirin ji BasNews re ragehand: “YPGê ku hêza serekî ye di Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) de, ligel berpirsên Amerîka rêkeftine li ser azad kirian bajarên di bin deselata DAIŞê de, li rojavayê çemê Ferat.”
Rezamendiya Tirkiyê bi mercê ku HSDê nêzkî Ezazê nebe
Wê çavkaniyê got: “Aliyê Amerîkî rêkeftina ligel Tirkiyê li ser azad kirina Mibic û Cerablusê ji bin destê DAIŞê rêkeftine, bi mercê ku HSDê nêzîkî navçeya Ezazê nebe, jiber ew navçe di destê opozisyona Sûriyê de ye.”
Di yekemîn karvedana Tirkiyê de, Berdevkê Serokatiya Komara Tirkiyê Iberahîn Qalin ragehand: “Me Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden agahdar kirye ku em kar dikin jibo danana nexşeyekê jibo pêkanaîna opersyonên serbazî bi rengê ku berjewendiyên hestiyar ên Tirkiyê beramberî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û armancê herdu welatên me bipareze û pêkbîne.”
Heftiya derbasbûyî çavkaniyaeke leşkerî bilind ji HSDê ji BasNews re ragehandibû: “Amerîka rê nade ku hêzên me Ezazê kontirol bikin, jiber ew bajar di bin kontirola opozisyona Sûriyê de ye.”
Wê çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kiribû: “Beramberî qedexekirina li ser Ezazê, Amerîka rê bi me daye ku em ber bi Menbic û Cerablusê ve bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî biçin.
”
Amadekariyên bo helmetek leşkerî mezin
Çavakniya BasNews tekezî li ser wê yekê kiriye, niha amadekariyên mezin hene jibo operasyonek leşkerî jibo rizgar kirina Menbic û Cerablusê, wê ev operasyon mezintrîn helmeta HSDê be, wê bi hezaran şervan beşdarî bibin bi alîkariya hêzên ezmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî.”
Herwiha amaje bi wê yekê jî kir: “Bêhtirê hozên Ereb li Menbic û Cerablusê piştevaniya xwe bo vê helmetê ragihandine. Jiber hemû ji kiryar û riftarên DAIŞê bêzar bûne.
Hêjayî gotinê ye HSDê li navçeya Bendava Tişrînê 12 km ji bajarê Minbicê dûre, Cerablus jî bi tenê 35 km ji rojavayê Kobanê dûre,wate YPGê bi tenê 7 km ji wî bajarî dûre.
Basnews
