• Saturday, 21 February 2026
logo

Mêrdîn – Otomobîlek bombekirî li navendeke leşkerî teqiya!

Mêrdîn – Otomobîlek bombekirî li navendeke leşkerî teqiya!
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li dijî Binkeya Wergirtina Leşkeriyê bi otomobîleke bombebarkirî êrîşek hat kirin û di encam de kesekî canê xwe ji dest da, 11 kes jî birîndar bûn.

Şevê din derdora saet 23.40, li dijî Binkeya Wergirtina Leşkeriyê ya bajarokê Qoserê, ku dikeve ser rêya Qoser-Mêrdînê, bi otomobîleke bombebarkirî êrîşek hat kirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, otomobîla ku ji ber berbestan nikariye bikeve hundir, li ber avahiyê hatiye teqandin.

Di teqînê de ku ji hemû navçeyê hat bihîstin, kesekî canê xwe ji dest da, 2 leşker û 7 sivîl jî birîndar bûn, di nav birîndaran de 3 zarok jî hene.

Hat diyarkirin ku kesê canê xwe ji dest daye penaberekî Sûrî ye û li avahiyekê, nobedarî dikir.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, zerareke mezin gehiştiye malên nêzîkê cihê bûyerê, dikan û gelek otomobîlan. Piştî êrîşê gelek ambulans û hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê û birîndar birine nexweşxaneya Qoserê.

Rudaw
Top