HPG teqîna Diyarbekirê li xwe digire
HPGê di daxuyaniyekê de, ku li ser tora civakî belav kir, teqîna duh ya li ser riya Diyarbekirê û Rihayê encam dabû li xwe girt. Her çend e hat ragihandin ku di encama teqînê de 7 polîsên Tirk canê xwe jidest dabûn, lê HPGê di daxuyaniya xwe de dibêje ku “17 polîs hatine kuştin û 13 polîsên din jî birîndar bûne.”
Duh danê êvarê, li ser riya Diyarbekirê û Rihayê nêzikê Termînala Diyarbekirê, dema otobuseke polîsan derbas dibû, otombîlele bombebarkirî hate teqandin.
Li gor daxuyaniya HPGê, ku ew teqîn wek tolhildanekê li dijî hikûmeta Tirkiyê bûye, hember qurbaniyên navçeya Sûr a Diyarbekirê.
K24
