• Saturday, 21 February 2026
logo

Di teqîna li Mexmûrê hejmara şehîdan gihşte 8 Pêşmerge û Polîsan

Di teqîna li Mexmûrê hejmara şehîdan gihşte 8 Pêşmerge û Polîsan
Şeva derbasbûyî jibilî ku di encama 2 teqîneyên xwekujî yên DAIŞê li Mexmûr 5 Pêşmerge û 3 Polîs şehîdbûn.çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Kudîle kirin, di encama şer de bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Cîgirê Fermandeya Bereya Mexmûr Lîwa Ziryan Şêx Wesanî got: “Qurbaniyên êrîeûên têrorîstî li ser qeza Mexmûrê gihştin 5 Pêşmerge û 3 Polîs, herwiha 5 pêşmergeyên din jî birîndarbûn, Pêşmergeyên birîndar jibo nexweşxaneyê hatin şandin. Bi mebesta wergirtina çareseriya pêwîst.”

Ji aliyê xwe ve Fermsndeyê Piştevanî yê Hêzên Artêşa Iraqê di firqeya 15 de Eqîd Letîf Haşim got: “Şeva borî tîrorîstên DAIŞê êrîş birin ser Artêşa Iraqê li gundê Kudîle, lêbelê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatin dorpêç kirin hemû hatin kuştin ku hejmara wan nêzîkî 40 têrorsîtî bû.”

Herwiha got: “Heta niha li başûrê Mexmûr, me 8 gnd ji destê DAIŞê rizgar kirine, bi giştî hêzên Artêşa Iraqê pişve diçin û têrorîstên DAIŞê jî direvin.”

Ji vê sibehê de çekdarên DAIŞê dest bi şewitandina petrola reş kirine bi mebesta ku ezmanê wê deverê bikin toz û icac, heta ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî nikaribin bi hesanî bighên encamên xwe.

Hêzên Piştevanî ên firqeya 15 a Artêşa Iraqê li gundê Dûgirên Hacî Hisên hatine bi cih kirin û ji wir êrîûan dibin ser çekdarên DAIŞê, herwiha ji wir baregehên DAIŞê topbaran dikin.

Basnews
Top