• Friday, 20 February 2026
logo

Gever tê topbarankirin – Birîndar hene!

Gulan Media March 13, 2016 Nûçe
Gever tê topbarankirin – Birîndar hene!
Operasiyona leşkerî li navçeya Geverê ya Colemêrgê dest pê kir û hinek taxên bajêr tên topbarankirin.

Li gorî fermana Walîtiya Colemêrgê, qedexeya derketina derve dê îşev saet 22:00 li navçeya Geverê dest pê bike.

Çavkaniyekê li Geverê ji Rûdawê re got, bîstekî beriya niha hêzên artêşa Tirkiyê dest bi topbarana bajêr kirin.

Wê çavkaniyê da zanîn ku taxa Orman a Geverê di bin topbarana giran de ye û çend kes jî birîndar bûne lê nayê zanîn hejmara wan çend e.

Li gorî agahiyên wê çavkaniyê, bi deh hezaran leşker û hêzên taybet li nav Geverê kom bûne û dora bajêr bi tankan hatiye girtin.

Wê jêderê her wiha ragihand, tevahiya şêniyên bajêr bar kirine tenê çend malbat di nav bajêr de mane lê ji ber ku dora bajêr hatiye girtin nikarin ji bajêr derkevin.

Li gorî agahiyan, dibistan, nexweşxane û avahiyên dewletê hemû hatine valakirin û leşker tê de bicîh bûne.

Rudaw
Top