Akademîsyenê Amerîkî: Kurdistan cîranekî baştire ji Iraqê
Berpirsê siyaseta rojhilata navîn li Washingtonê David Shingler ji K24 re ragehand, herêma Kurdistanê hemû mercên bi dewletbunê di xwede pêkaniye û gelê Kurdistanê mafê xwe heye ku di derbarê çarenivisa xwede di referandûmê de biryara xwe bide.
David Shingler amaje bi Kurdistana başûr kir û diyar kir, Kurdistana başûr wek welatekî serbixwe ye, hêzên leşkerî heye û ji Bexdayê budce jê re nayê rêkirin. Tiştekî pir asayî ye gelê Kurdistanê di referandûmê de biryara serxwebûnê bide.
Herwaha li ser peyvendiyên Kurd û Amerîka axift û ragehand; Amerîka giringiyê dide referandûma gelê Kurdistana başûr, ji ber ku Kurd hevpeymanekî bihêz ê Amerîkayê ye. Di heman demê de ji Amerîkayê re giringe helwêstî hevpeymanê din ango helwêstê Tirkiyê çîye û endamên NATO helwêstên wan çiye.
Herwaha li gor David Shingler, di vê herêma ne aram û di navbera DAIŞ û Iraqê de, pir baştire Tirkiye xwedî cîranekî wek Kurdistanê be, lê ne xwedî cîranekî wek Iraqê be.
Basnews
