Wezîrê Derve yê Sûriyê: Em û kurd di yek çeperê de şer dikin!
Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim, duh li paytext Şamê di civîneke rojnamevaniyê de li ser hevdîtinên Jenêvê û rewşa Sûriyê axivî û ragihand, Beşar Esed xeta sor e û yên behsa guhertina wî dikin, bila neyên Jenêvê.
Welîd Muelim li ser Kurdan jî axivî û got, kurd welatiyên Sûriyê ne û em û kurd di yek çeperê de ne li dijî DAIŞê.
Muelim ser sîstema federalî li Sûriyê jî axivî û got, em federalîzmê red dikin. Divê Sûriye yekparçe û serbixwe bimîne.
Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Sûriyê deheqê Kurdan de piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hat dayîn. Lavrov, gotibû, eger kurd tevlî hevdîtinên Jenêvê nebin civîn serkeftî nabe çimkî %15ê xaka Sûriyê di destê Kurdan de ye.
Ji aliyekî din, nûnerê opozîsyona Sûriyê di hevdîtinên Jenêvê de, Mihemed Elûş ragihand, divê Beşar Esed li ser kursiya desthilatê nemîne vêca mirî yan zindî!
Sêyemîn hevdîtinên Jenêvê, ku 29ê Sibata îsal dest pê kiribû, hatibû paşxistin lê dê sibê (14) dîsa dest pê bike.
Rudaw
