• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

Gulan Media March 13, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir
Roja şemî 12.03.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Selîm El Ciburî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawî û guhertinên siyasiyên navxweya Iraqê û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Serok Barzanî ji encama serdanên xwe ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û Tirkiyê agahdar kir.

Her li vê kombûnê da behsa şerê Da'îş û qonaxa piştî ji navçûna Da'îş û qeyrana darayî û metirsiyên wê ya li ser proseya siyasiya Iraqê kirin.


Top