• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir kir

Gulan Media March 13, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir kir
Roja şemî 12.03.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Hadî El Amirî Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir û Fermandeyê Hêza Heşdî Şe'bî Iraqî û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li parêzgehên Enbar, Selahedîn, Diyala û cihên din guftûgo kirin û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku pêwîste ji navbirina Da'îş ewlewiyeta hemû aliyek bê.

Her li vê kombûnê da rewşa siyasiya Iraqê û pêşhat û guhertinên dawî xistin ber behs û guftûgoyan.

Top