• Friday, 20 February 2026
logo

Milîsên şîe: Em bêyî Pêşmerge êrişî wir nakin!

Gulan Media March 12, 2016 Nûçe
Milîsên şîe: Em bêyî Pêşmerge êrişî wir nakin!
Milîsên şîe yên Iraqê (Heşda Şeibî) dibêjin, em bêyî Pêşmerge dest bi operasiyona gundê Beşîr ê Kerkûkê, ku di destê DAIŞê de ye, nakin.

Fermandeyê Heşda Şeibî li Kerkûkê, Meysem Zubêdî ji Rûdawê re got, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ku di heman demê de fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê ye jî, ji me re gotiye êrişî gundê Beşîr bikin lê hîn roja wê operasiyonê nehatiye kifşkirin.

Meysem Zubêdî diyar kir ku wan jî ji Ebadî re gotine, ew ji bo operasiyona gundê Beşîr amade ne û got, bi fermana Ebadî balafirên şer ên Iraqê dê ji roja şemiya bê de li çekdarên DAIŞê yên li gundê Beşîr bidin.

Wî fermandeyê milîsên şîe anî ziman ku serokwezîrê Iraqê behsa wê yekê nekiriye ka Pêşmerge dê tevlî şerê Beşîr bibe yan na û got, lê em bêyî Pêşmerge dest bi wê operasiyonê nakin.

Gundê Beşîr, gundê herî mezin ê Kerkûkê ye ku xelkê gund hemû tirkmenên şîe ne. Zêdetirî salekê ye gundê Beşîr ketiye destê DAIŞê. Heta niha milîsên şîe çend caran êriş kirine lê nekarîne gund ji DAIŞê bistînin.

Rudaw
Top