• Friday, 20 February 2026
logo

Emerîka: Jineka Kurd xelata dengên bi bandor diwergire.

Gulan Media March 12, 2016 Nûçe
Emerîka: Jineka Kurd xelata dengên bi bandor diwergire.
Di pazdeyemîn gerra Xelat Vaitil Voysiz, wate dengên karîger yan dengên bi bandor, li Emerîkayê jineka Kurd li gel sê jinên din xelata mafên mirov bo sala 2015 wergirt.

Xanim Letîf, serperiştyar û seroka rêkxistîya Asûde bo maf û parastin û penadana jinan,xelata ev sala dengên karîger bir. Di gotara taybetîya xwe de, sera destxweşîyê li wê dezgehê, behsa wê yekê jî kir ku Daiş hêz û tundûtîjîyê li beranber jinan bikar dihîne û wan dikin aramanc.

Xanim Letîf tekez kir ku bihêztirîn çekên Daişê ne tenê tûdûtîjîye, belê ew tawanin ku encam didin û di peyama wan de jî xwe divebîne, ku belavkirina hizra tundûtîjîyêye û jinan bi kêmtir ji zaelaman temaşa dikin.

Xanim Letîf got jî: Eger civaka nêvdewletî xwazta dawîhînanê bi girûpa Daişê heye, divê ew bizanin ku wan tiştên zêdetir ji hêz û sûpayê pêdivîne bo ji navbirina ewê girûpê û amaje bi wê yekê jî da ku jina Kurd ji bona ayînde dicenge.

K24
Top