• Friday, 20 February 2026
logo

Barack Obama: Receb Teyyib Erdogan Kesekî serneketiye

Gulan Media March 11, 2016 Nûçe
Barack Obama: Receb Teyyib Erdogan Kesekî serneketiye
Barack Obama di roportaja xwe ya Kovara Atlanticê de bo Serokkomarê tirk Erdogan got: ‘Serneketî û otorîter.'
Kovara Atlanticê ya ku derbarê polîtîkayên derve yê Amerîkayê de gelek bi bandor e, di hejmara xwe ya dawî de bi Serokê Amerîkayê Barack Obama re roportajê kir.

Serokê Amerîkayê Barack Obama di wê roportaja xwe de pirsên Jeffrey Goldberg bersivandin. Barack Obama ragihand ku lîderên herî zêde ku bêhna wî teng dikin Benyamin Netenyahu û Tayyip Erdogan e.

Obama derbarê Erdogan nirxanek balkêş kir û anî ziman ku Erdogan di serî de misilmaneke nerm bûye û ew dikaribû di navbera kendalên rojhilat û rojava de bûbûya pir. Obama diyar kir ku Erdogan niha kesekî ‘serneketî' û ‘otorîter' e.
Top