• Friday, 20 February 2026
logo

Derbarê serkirdeyên Tirkiyê de doz tê vekirin

Gulan Media March 11, 2016 Nûçe
Derbarê serkirdeyên Tirkiyê de doz tê vekirin
Li Tirkiyê derbarê serkirdeyên dewletê de doza “Alîkarî û hewandina terorê” hat vekirin. Vekirina dozê li parlamentoyê, di navbera CHP û AKPê de bû cihê nîqaşên tund.

Partiya Komara Gel (CHP) derbarê Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Ahmet Davutoglu, Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan, Alîkarên Serokwezîr Beşir Atalay û Yalçin Akdoğan, Wezîrê Navxwe Efkan Ala û hinek Walî û berpirsên din yê MÎTê û dewletê de doza alîkarî û hewandina terorê vekir.

Lihevkirina Osloyê û deşîfrekirina tomarên deng ên hevdîtinên Osloyê, bersiva Alîkarê Serokwezîr yê wê demê Bulent Arinç ya bo pêşniyazpirsê, daxuyaniyên fermî yên li ser hevdîtinên bi PKKê re, belgeyên fermî û nûçeyên derbarê redkirina fermanên bo waliyan ku operasyonan pêk bîne, di dosyeya dozê de hatin bicihkirin.

CHPê di vekirina dozê de Waliyên li herêmê jî wek berpirsiyar nîşan dan û destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê 290 caran daxwaza operasyonan li waliyan kiriye lê belê wan tenê 8 caran daxwaz bi cih aniye.

Di vê derbarê de Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Dursun Çiçek got: “Paşeroja desthilatdariya siyasî di vê mijarê de ne paqij e. Paşeroja wê gelekî tarî ye. Pêşî alîkarî û hewandina FETO (Rêxistina Terorîst ya Fethullahparêz) kirin. Paşê alîkarî û hewandina DAIŞ û PKKê kirin. Xwedê bike ku tu rêxistinên din peyda neke ku bo wan alîkarî û hewandinê bike.”

Li aliyê din, AKPê ji ber vekirina dozê nerazîbûneke tund li hemberî CHPê nîşan da û ew bi peydakirina polîtîkayên redkirinê sûcdar kir. AKPê hebûna kêşeyên girîng ên li Tirkiyê bi bîr xist ku pirsa Kurd jî yek ji wan e û diyar kir ku ji sala 2002an heta niha bo çareserkirina pirsa Kurd ew tekane partî ye ku bi wêrekî tevgeriya ye.

Li ser heman mijarê Parlamenterê AKPê yê Erdexanê Prof.Orhan Atalay wiha axifî: “Pirsa Kurd ew zincîr e ku li dest û lingê Komara Tirkiyê geriya ye. Dewlet dixwaze ji vê zincîrê xelas bibe. Li welêt pêdiviya her kesekî bi nûsaziyên wiha heye ku daxwaza azadî, wekhevî û dadê bi cih bike.”

Serîlêdana dozê ya CHPê wê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve bê vekolîn. Piştî lêpirsînê, di çarçoveya palpiştên bidestketî de, dê biryara vekirina doza giştî bê dayîn.

K24
Top