Dema operasyona mezin diyar bû!
Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Ubêydî îro çarşemî 9ê Adarê serdana navend û saziyên leşkerî yên Artêşa Iraqê yên li parêzgeha Selahedînê kir.
Xalid Ubêydî ku serdana navendên leşkerî yên bajarê Tikrîtê, navenda siyasî-îdarî ya parêzgeha Selahedînê kir, amaje bi şerê rizgarkirina Mûsil û navçeya Şergatê kir û dema destpêkirina operasyonê diyar kir.
Ubêydî ragihand: Operasyonên kontrolkirina parêzgeha Mûsilê û navçeya Şergatê dê berî meha Remezan a îsal dest pê bibin.
Wezîrê Parastinê yê Iraqê behsa paqijkirina parêzgeha Selahedînê ji destê DAIŞê kir û got: “Piştî kontrolkirina 5 hezar kîlometre ji axa parêzgeha Selahedînê û derxistina wê ji destê DAIŞê, niha ti metirsiyek li ser wê navçeyê nemaye.”
Xalid Ubêydî derbarê rewşa dawî ya bajarê Tikrît, navenda parêzgeha Seêahedînê de jî da xuyakirin: “Tikrît di aliyê ewlehiyê de niha ewle ye û di vî warî de pêşketinek baş bi xwe be dîtiye.”
Roja çarşemî 9ê Adarê piştî nîvro, Wezîrê Parastinê yê Iraqê bi mebesta dîtina sazî û navendên leşkerî û çawaniya birêvebirina operasyonên leşkerî li dijî çekdarên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê gihîşte wê parêzgehê û bi rayedarên ewlejî û leşkerî yên parêzgehê re civiya.
Rudaw
