Mûqdeda El-Sedr, Cîgirê Serokwezîr ê berê desteser kir!
Beha Erecî di çend kabîneyên hikûmeta îraqê de, li ser pişka Rewta Serdir posta wezîr wergirtîye, posta wî ya dawîyê jî cêgirê serok wezîrên Îraqê bûye û bi hatîye nasîn wek yek ji berpirsên gendelên Îraqê.
Herçende Muqteda Sedir çendcarn bêberînîya xwe û Rewta Sedir ji Erecî ragehandine, lê hikumeta Îraqê û guh nedayê û li se dosêya gendelîyê vekolîn li gel Erecî nehatîye kirin.
Ev fermana girtina Erecî ku ji fermngeha Sedir, ji alîyê komîteyekê bi nave ( Komîteya Berengarîbûna Gendelîyê) derkevtîye, têde hatîye: Beha Husên Elerecî cêgirê serok wezîran ji alîyê komîteya berengarîya gendelîyê bo sê mehan destesere, her kesekî daxwazî li ser evî kesî hebe dikare serdana baregeha komîteyê bike li Necef.
Mûqteda Sedr bo dû îne li ser yek bo encamdana çaksazîyê, serkirdatîya xwepîşandanên milyonî dike li kaxa Tehrîr li naverasata Bexdaya paytext û rê bi ti kes nedaye ku li ser pişka Rewta Sedir postên wezîr wergirtine ku pişikdarîyê di wê xwepîşandanê de bike.
Basnews
