• Friday, 20 February 2026
logo

Hêzekî mezin a DAIŞê cûdabuna xwe ragehandin

Hêzekî mezin a DAIŞê cûdabuna xwe ragehandin
Rûniştwanên bajarê Reqayê ku, wek paytexta xîlafeta rêxistina terorîst a DAIŞê ye, li dijî rêxistinê radibe û hat zanîn pevçûnên çekdarî di nav wan de pêkhatiye.

Li gor çavkaniya nûçeyê li bajarê Reqayê, di heyama dû rojên derbasbuyî de, hêzekî DAIŞê ku nêzîkî 200 çekdaran pêktê, li bajarê Reqayê li DAIŞê cûdabune.

Li gor çapemeniya Ereb, rûniştwanên bajarê Reqayê, li dijî desthilatiya DAIŞê serhildidin û pevçûnên çekdarî di nava wan û çekdarên DAIŞê de derketiye.

Li gor zanyariyên çavkaniya wan tê weşartin, rêveberê diyar ê DAIŞê Ebu Elî Tunusî û hejmarek parêzwanên wî, di pevçûneke li gel rûniştwanên Reqayê de hatiye kuştin.

Çekdarên rêxistinê li tirsa êrîşa rûniştwan û çekdarên ku cûdabûne de, binkeyên xwe yên di nav bajêr de zêde kirine û daxwaz ji hemû çekdarên xwe yên li derdora bajêr kirine ku, peyvendî li gel rêzên xwe ava bikin.

Baasnews
Top