Cîgirê Serokê Parlamentoyê: Beşek piraniya hêvî û daxwazên me pêkhatin
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Cefer Êmînkî, bi armanca 41 sal li ser peymana Cezayîrê de derbasbun peyamek weşand. Di peyama xwe de Êmînkî diyar kir; Divê sûd ji buyerên dirokî bê wergirtin, jibo bidest xistina daxwaz û armancên serekî û stratejîk ên gelême divê û gel û wekhewî bibe prensîbên kar kirinê.
Peymana Cezayîrê di roja 06ê adara 1975 ê de li Cezayîrê bi serpereştiya Serokê Cezayîrê yê wê demê Hewarî Bûmedîn de, di navbera Cîgirê Serok Komarê Iraqê Seddam Hisên û Şahê Îranê Mihemed Riza Pehlevî ve hate îmze kirin.
Naveroka peymanê de Iraq beşek ji axa xwe ya li başûrê welat ji Îranê re dihêle û li hember wê Îran jî bi tu awayekî piştgiriya şoreşa Eylûl ya gelê Kurd li Kurdistana Başûr nake.
Berfirehiya peyama Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê wiha ye:
Di 6ê adara 1975 ê de, bi planekî jehrî ve peymana Cezayîr a di navbera Seddam Hisên û Şahê Îranê hate îmze kirin.
Darejandina vênexşeya rejîma Baas planekî zor xirab û meliûn bu, ji bo rê girtin li xebat û tekoşîn û berxwedana gelê Kurdistan û rêveberiya şoreşa eylûlê, ku karî hikûmete navendî şok bike û şikest û naçar bimîne ku bi awayekî fermî bi rêkevtina 11ê adarê 1970 ê de mafên netewî yên gelê Kurd, li Kurdistana Iraqê de binpê bike.
Peymana Cezayîr her çend nexşeya herî metirsîdar û planekî li dijî gelê Kurdistanê be jî, lê ew plan serneket û şoreşa Gulan wek berdewama şoreşa eylûl destpê kir. Di encamde beşek piraniya hêvî û daxwazên me pêkhatin û îro gelê me li Herêma Kurdistanê di bin ala pîroz a Kurdistanê de bi xwîn û qurbaniyan ve hatiye çandin û bilind kirin.
Di vê bîranînê tal û pir bi êş de hêvîdarim ezmûn li wan werbigrin û ew trajediya li ser gelê me da hatî nehêlin dûbare bibe, bi giştî gel, wekhewî û dest li berjewendiyên teng berbidin û wane bikin prensîbên karkirinê di xizmeta hêvî û bidest xistina armancên serekî û stratejîk ê gelê me de.
Dr. Cefer Îbrahîm Êmînkî
Cîgrî Serokî Parlamentoya Kurdistanê
06/03/2016
Basnews
