• Friday, 20 February 2026
logo

Beşek Şingalê hîn di destê DAIŞê de ye! Pêşmerge: YPGê ew der ji DAIŞê re hîşt!

Beşek Şingalê hîn di destê DAIŞê de ye! Pêşmerge: YPGê ew der ji DAIŞê re hîşt!
Heta niha jî hinek gund û navçeyên Şingalê nehatine rizgarkirin. Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ), ku girêdayî PKKê ye, Pêşmerge bi wê yekê tohmetbar dike ku nahêlin balafirên şer alîkariya wan bikin ji bo girtina wan deveran.

Nêzîkî 5 mehan e bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Pêşmerge ve hatiye rizgarkirin lê heta niha hinek gund û navçeyên devera Şingalê nehatine kontrolkirin.

Ew navçe û gundên ku nehatine rizgarkirin, dikevin rojava û başûrê bajarê Şingalê.

Fermandeyekî Pêşmerge derheqê vê yekê de ji Rûdawê re got, li gorî fermanên ku fermandeyên Pêşmerge dane me, em heta Cidalê çûne. Cidal di navbera me û YPGê de ye.

Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn ku navçeyên Heyalê, Rizke, Sikêniyê û Şilo jî ji YPG/YPŞê re mabûn lê ew neçûn wir û ew der ji DAIŞê re man!

Fermandeyekî YPŞê jî ji Rûdawê re ragihand ku Pêşmerge nahêlin balafirên şer piştgiriya wan bikin û dibin asteng li pêşiya girtina wan deveran…

Rudaw
Top